Wezîrê Ingilistanê li Tehranê ye

Wezîrê berpirs ê Rojhilata Navîn ê Ingilistanê Alistair Burt seredana paytexta Komara Islamî ya Îranê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê berpirs ê Rojhilata Navîn ê Ingilistanê Alistair Burt seredana paytexta Komara Islamî ya Îranê kir.

Hate zanîn ku, egera sefera Alistair Burt hevdîtinên bi taybet liser krîzên Suriye û Yemenê ne.

Ev seredana Alistair Burt piştî vekşandina Amerika ji rêkeftina atomî ya 5+1 ligel Îranê tê û Alistair Burt yekem wezîrê Ingilistanê ye, ku piştî vê krîzê seredana Tehranê dike.

Ingilistan yek ji wan welatên rojavayê Ewrûoayê ku herî zêde pêwendî ligel Komara Islamî hene û ev seredana Alistair Burt jî, ji alî platformên siyasî yên Îranê ve bi erênî hatiye pêşwazî kirin.

 

 

C.B