ENKS: Nabe operasyona Idlibê li ser hesabê miletê Sûriyê be

Derbarê operasyona leşkerî ya li ser Idlibê de ku eger e di rojên bê de ji aliyê artêşa Sûriyê û Rûsiyê ve pêk were, berpirsên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji Kurdistan24ê re ragihandin, ew beşdariyê di wê operasyonê de nakin û rola wan tenê dê parastina deverên rizgarkirî be. ENKS jî dibêje, divê operasyon ne li ser hesabê miletê Sûriyê be.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê operasyona leşkerî ya li ser Idlibê de ku eger e di rojên bê de ji aliyê artêşa Sûriyê û Rûsiyê ve pêk were, berpirsên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji Kurdistan24ê re ragihandin, ew beşdariyê di wê operasyonê de nakin û rola wan tenê dê parastina deverên rizgarkirî be. ENKS jî dibêje, divê operasyon ne li ser hesabê miletê Sûriyê be.

Bi behaneya ku Desteya Tehrîr el-Şam (Eniya el-Nusra ya berê) parêzgeha Idlibê weke navendeke sereke ji xwe re digre û ew dawî girûpa terorê li parêzgeha Idlibê ye. Rêjîma Sûriyê ligel artêşa Rûsiyê amadekariyên operasyoneke leşkerî li dijî wan grûpên çekdar dikin.
Serkirdeyên (MSD) nûçeya beşdariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyona navhatî de red dikin û dibêjin ku dê rola wan tenê parastina deverên rizgarkirî be û dê hewildanan jî bikin ku rê li pêş belavkirina teroristan li herêmê venebe.

Endamê Desteya Serokatiya MSDê Hikmet Hebîb ji K24ê re got: “Heger ew grûpên terorist ji ber tundiya şer û di bin çavdêriya Tirkiyê de ber bi herêmên rizgarkirî ve birevin û bi taybet ber bi Efrînê ve, hêzên me dê li wan deveran bin, ta ku parastina deverên rizgarkirî bikin. Herwiha deriyê jî li pêş belavbûna wan grûpan bigirin, lê bi awayekî fermî ta niha em beşdarî operasyona leşkerî ya li ser Idlibê nabin.”  

Hin aliyên siyasî dibînin ku xaka Sûriyê bûye meydana şerekî navdewletî û welatên cîhanê li gorî berjewendiyên xwe serederiyê bi rewşa Sûriyê re dikin û eger operasyoneke leşkerî li Idlibê pêk were, eger e rewş aloztir bibe, nemaze di warê mirovî de, loma ew dibînin ku çareseriya siyasî ya herî guncaw e.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Fêsel Yûsif dibêje: “Em bi wê yekê re ne ku terorist nemînin, çi Eniya el-Nusra yan DAIŞê û yan çi grûpeke din be, lê nayê wê wateyê ku li ser hesabê daxwaza miletê Sûriyê û opozîsyona ku azadî û rûmet ji xwe re xwastiye be. Em bi çareseriya siyasî re ne, ku terorist nemînin û Sûriyayek demokratîk û pirnetew ava bibe, ne ku teroristan carekê ji Xûtayê bibine Idlibê û ji Idlibê bibin Efrînê tehdeyê li xelkê bikin.”

Li Mosko paytexta Rûsiyayê û di civîna dawî ya herdu wezîrên derve yê Sûriyê û Rûsiyê de, tekezî li ser hevpeymaniya leşkerî li dijî grûpên terorist li Idlibê hate kirin. Di heman çarçoveyê de Tirkiyê dilgiraniya xwe nîşan da ku eger e pêleke mezin ji koçberan ji Idlibê birevin û derbasî xaka wê bibin. 

Şanderê navdewletî yê Netewên Yekgirtî Stafan De Mistura jî ji aliyê xwe ve ragihand, metirsî li ser jiyana nêzî 3 milyon kesên sivîl heye û pêşinyaz kir ku kerîdoreke mirovî ji wan re bê vekirin.