Şandeke PDK li Silêmaniyê li gel Tevgera Goran dicive

Mijara encamdana hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û hevdengiya Kurdan li Bexdayê, wê mijarên sereke yên civîna PDK û Tevgera Goran bin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdarê Civata Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Silêmaniyê û Helebçe (Şêx Eta) ji Kurdistan24ê re ragihand, ku îro şandeke PDK li bajarê Silêmaniyê, wê serdana avahiya sereke ya Tevgera goran bike û li gel berpirsên pilebilind ên Tevgerê bicive.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, mijara encamdana hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û hevdengiya Kurdan li Bexdayê, wê mijarên sereke yên civîna PDK û Tevgera Goran bin.

Ev yek di demekê de ye, ku di çend rojên derbasbûyî de, şanda PDKê li Hewlêrê li gel her yek ji Yekgirtûya Islamî û Hevpeymanî ji bo Demokratî û Dadmendiyê û Komela Islamî civiya û derbarê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û çawaniya beşdariya aliyên Kurdistanî di piroseya siyasî ya Iraqê de gotûbêj kirin.

N.O

Fly Erbil Advertisment