Wezîrê Derve yê Almanyayê tê Enqerê
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas îro serdana Enqerê paytexta Tirkiye dike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heîko Maas îro serdana Enqerê paytexta Tirkiye dike.
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heîko Mass dê li Tirkiyê 2 rojan bimîne û bi berpirsên Tirkiyê re di derbarê pirsa Sûriyeyê û pêwendiyên Tirkiye û Almanyayê de gotûbêjan bike.
Medya Almanyayê jî ragihand, Heîko Maas herwiha dê pirsa welatiyên Almanyayê yên li Tirkiyê girtî ne jî bi berpirsên Tirkiyê gotûbêj bike.
Li Tirkiyê 50 welatiyên Almanyayê girtî ne û di derbarê 35 welatiyan de jî qedexeya derketina dervayî sînorên Tirkiyeyê heye. Yek ji wan welatiyan jî hunermenda Kurd Hozan Canê ye.
Berî hefteyekê jî Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Mass mercê asayîkirina pêwendiyên ligel Tirkiye serbestberdana hevwelatiyên Almanya danîbû.
S. B