Rêxistinên mirovî hewl didin binpêkirinên li Efrînê bidin nasandin

Hijmarek ji rêxistin û saziyên mafên mirovan hewildanan dikin ku wan binpêkirinan belge bikin, da ku radestî saziyên mafên mirovan yên navdewletî bikin.

 

K24 – Qamişlo

Li bajarê Efrînê ji bilî talankirin û diziya mal û samanên xelkê ji aliyê grûpên çekdar ve, hijmareke mezin ji xelkên sivîl jî têne revandin û gef li malbatên wan têne xwarin eger pereyan ji wan re neşînin, dê wan kesên revandî bikujin. Derbarê van kêseyan hijmarek ji rêxistin û saziyên mafên mirovan hewildanan dikin ku wan binpêkirinan belge bikin, da ku radestî saziyên mafên mirovan yên navdewletî bikin.

Piştî derbasbûna artêşa Tirkiyê bo Efrînê, hijmarek ji grûpên çekdar ku alîgir bûn di dagîrkirina Efrînê de, xelkên sivîl direvênin da ku ji malbatên wan gujmek perayan werbigrin. Derbarê van binpêkirinan de û ji ber ku rê li pêş derbasbûna wan saziyan bo xaka Efrînê girtî ne, hin rêxistin û saziyên mafên mirovan û di riya hin çavkaniyên taybet re kêseyên hevawa belge dikin da ku radestî saziyên navdewletî yên têkildar bi mafên mirovan bikin.

Parêzer û endama komeleya mafên mirovan li Cizîrê Xedîce Ibrahîm li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Çavkaniyên me yên li Efrînê haletên revandinê bi nav û deng û dîmen ji me re birê dikin. Em jî ji bo wan belge dikin û dişînin Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropî, ta ku fişarê li Tirkiyê bikin ta van kiryarên di derheqê miletê Efrînê de têne kirin de rawestîne.”

Di meha Gulana bûrî de dîdareke parêzerên Sûriyê li bajarê Amûdê hate lidar xistin ku tê de Platforma Parêzerên Sûriyê ji bo Berevaniya Efrînê hate damezrandin. Ev platform 313 mafnas tê de kar dikin û dê kêseyên revandin û kuştinê li Efrînê belge bikin da ku pêşkêşî Dadgeha Tawanbariyên Navdewletî bikin.

Mafnas Erdewan Ehmed dibêje: “Belgekirina me ji van kiryar û binpêkirinên mafên mirovan re rojane ye. Em van dozan didin hevdu û digihînin rêxistinên navdewletî, lê hîna me pêşkêşî Dadgeha tawanan a Navdewletî nekiriye.”

Li gorî agahiyên Komeleya Mafên Mirovan li Cizîrê 2000 kêseyên revandina xelkên sivîl li cem wan belgekirî ne, ku ji wan 700 dosye ji malbatên kesên revandî hatine pêşkêş kirin.

Tê zanîn jî ku parêzer Mihemed Cemîl Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan li bajarê Efrînê bi xwe hatibû revandin û bi destêwerdaneke serbazî hate rizgar kirin.