Aloziya Besre berferehtir dibe
Alozî di Xwepêşandanên Besre de çêbûn û Nûçegihanê Kurdistan 24 li Besre ragehand, Xwepêşanderên Besreyê û Hêzên Ewlekarî teqe lihev kirin

K24 – Navenda Nûçeyan
Alozî di Xwepêşandanên Besre de çêbûn û Nûçegihanê Kurdistan 24 li Besre ragehand, Xwepêşanderên Besreyê û Hêzên Ewlekarî teqe lihev kirin. Herweha Xwepêşanderan careke din agir girtin avahiya parêzgeha û dadgehê, sê rojnamevan jî birîndar bûn e.
Ligor zanyariyan ji duh ve, û di encama şerê di navbera xwepêşander û hêzên ewlekarî de 17 kes hatine kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn e. Herweha xwepêşanderan ji bilî avahiya parêzgehê 4 avahiyên din jî li wî bajarî şewitandin e.
Xwepêşanderan ji Kurdistan re 24 gotin, hêzên ewlekarî teqe li wan dikin û qedexeya hatin û çûnê li wî bajarî sepandin e.
Ji aliyê xwe ve, Muqteda Sedir, moleta sê rojan dide Hikumet û Parlamentoya Iraqê ji bo cî bi ci kirin a daxwaziyên welatiyên Besre.
Serokê Hevpeymaniya Sarîun di gotarekê de ragihand, pêwîst e Parlamentoya Iraqê bi zutirîn dem, bi amadebûna her yek ji Serokwezîr û Wezîrên Navxweyî û Tendirustiyê, herweha berpirsên Hikumeta Xwecihî ya Besre liser xwenîşandanên xelkê wê parêzgehê bicivin. Muqteda Sedir diyar jî kir, ger daxwaziyên wan nehatin bicîh kirin, dê helwestekê werbigrin, ku tu demekî hizir lê nehatibe kirin.
C.B