Amerîka bijardeyên leşkerî li Sûriyê gotûbêj dike

Serokerkanê Amerîka egera êrîşeke leşkerî li Sûriyê bi Serokê Amerîka Donald Trump re gotûbêj dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokerkanê Amerîka egera êrîşeke leşkerî li Sûriyê bi Serokê Amerîka Donald Trump re gotûbêj dike.

Ajansa “Reuters” belav kir, Serokerkanê Amerîka Joseph Dunford ragihand, ji bo bersivdana bikaranîna çekê kîmawî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve, Amerîka ti biryarek ji bo şandina hêzên Amerîkî nedaye.

Lê Joseph Dunford dibêje: “Em bi Serok Donald Trump re di guftûgoyeke rotînî de ne, ta bizane ku em dikarin êrîşekê pêk bînin, heger Sûriyê çekê kîmawî bikar bîne.”

Serokerkanê Amerîka dibêje jî: “Serokê Amerîka pêşbînî dike ku bijardeyên me yên leşkerî hebin. Herwiha me dawî pêşhatinên van bijardeyan jî gihandine wî.”

Artêşa Sûriyê hêzên xwe ber bi Idlibê ve birine û amadekariya êrîşekê li ser wî bajarî dike. Firokeyên Rûsî jî çend êrîş li dijî çekdarên opozîsyonê pêk anînbû.

Berpirsekî pilebilind ê Amerîka jî di hefteya bûrî de gotibû, “Gelek belge hene ku hêzên rêjîma Sûriyê amadekariyên çekê kîmawî dike.”

Koçka Spî ya Amerîka jî hişyarî dabû, heger rêjîma Sûriyê çekê kîmawî biar bîne, dê bi tundî bersivê bidin.

Herwiha Fransayê jî heman hişyarî dabû, heger rêjîma Sûriyê çekê kîmawî bikar bîne, ew amade ne êrîşekê li dijî Sûriyê pêk bînin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment