Hikûmeta Herêmê Kurdistanê : Êrîşa li Koyê nayê qebûlkirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşa Îranê ya bi mûşekan li ser baregahên partiyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û (HDK-Î) yên Koyê şermezar kir û ragihand, dubare nerazîbûna xwe li hember bikaranîna xaka Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran tînin ziman, ku bi ti awayî nayê qebûlkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşa Îranê ya bi mûşekan li ser baregahên partiyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û (HDK-Î) yên Koyê şermezar kir û ragihand, dubare nerazîbûna xwe li hember bikaranîna xaka Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran tînin ziman, ku bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, “Îro beriya nîvro 08/09/2018 baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li navçeya Koyê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine bombebarankirin, ku di encamê de çend kesan canê xwe ji dest daye û hejmareke din jî birîndar bûne.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Bi tevî şermezarkirina vê bombebaranê, dubare nerazîbûna xwe li hember bikaranîna xaka Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran tînin ziman, ku bi ti awayî nayê qebûlkirin û dibe sedema têkbirina aramî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê. Lewma em daxwaz dikin dubare nebe, rêz li yasayên Herêma Kurdistanê were girtin û herêm nebe qada yekalîkirina pozberî û milmilaneyan.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest û hêviya zû başbûna birîndaran anî ziman û ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê erkê xwe yê ji bo hevkarîkirina lêqewmiyan cîbicî bike û me tîmeke hawarçûnê raspartiye bi hemû şiyanên xwe ve bigihin alîkariya ziyanpêkeftiyan û xelkê sivîl ê navçeyê.”

Îro danê berî nîvro baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrat  a Kurdistanê – Îranê (HDK-Î) yên bajarê Koyê bi dora 10 mûşekan hatin bpmbebarankirin, di encamê de hejmarek kest hatin şehîdkirin û birîndarkirin.

Li gor zanyariyên K24ê, Sekreterê Giştî yê HDKê Mistefa Mewlûdî û sekreterê berê Xalid Ezîzî jî birîndar bûn.

Herwiha Li gor zanyariyên ketine destê K24ê, Endama Serkirdatiya HDKê Suheyla Qadirî, Endamê Serkidatiya HDKê û Nûnerê HDKê li Hewlêrê Îbrahîm Zêweyî û Berpirsê Xizmetguzariyê yê HDKê Osman Osmanî di êrîşa li ser li ser baregeha HDKê ya li Koyê de şehîd bûn. Lê HDK hîna bi fermî nûçeya şehîdbûna wan serkideyan belav nekiriye.

 

S. B 

Fly Erbil Advertisment