Partiyên bakur bi tundî êrîşên Îranê protesto kirin

Partiyên Kurdistanî yên bakurê Kurdistanê bi tundî êrîşên Îranê ser bi baregehên HDK û PDK-Î protesto kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiyên Kurdistanî yên bakurê Kurdistanê bi tundî êrîşên Îranê ser bi baregehên HDK û PDK-Î protesto kirin. Sersaxiya şehîdan û selametiya brîndaran xwestin. Daxûyaniyên PAK û PSK ku gihiştine destê K24...

 Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser baregehên HDK û PDKÎ yê rûreş dikin

Dewleta Îranê ji bêdengîya cîhanê jî cesaretê digire û her roj çend gêncên Kurdan darve dike. Îro jî vê sîyaseta xwe ya dagirkerane bi êrîşên bombeyî berdewam dike.

Dewleta Îranê îro(08.09.2018) bi mûşek û firokeyên bêfirokevan baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê yê Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê bombaran kirin. . Li gorî agahîyên heyî heta niha 14 kes şehîd û 42 kes jî birîndar bûne.

Em sersaxîyê ji herdu partîyên me yên welatperwer, ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re dixwazin û em dibêjin xwedê şîfaya xêre bide birîndaran.

Em bangî Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpayê û raya giştî ya cîhanê dikin da ku li himberî van êrîşên Dewleta Îranê bêdeng nemînin.Bila Netewên Yekbûyî û Yekitîya Ewrûpayê bi biryar û helwestên encamwergir ji Dewleta Îranê re bêje 'bes e'.

Em ji ber van êrîşên wan yên hovane Dewleta Îranê rûreş dikin. Çawa ku heta îro tu hêzê nekarîbûye bi kuştin ,qetlîam, jenosîd ,enfal û darve kirinan ve rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire, ji îro pê ve jî dê tu hêz nikaribin rê li ber doza me ya rewa ya azadîyê bigire.

08.09.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

-----

 

Dengê Xwe Li Dijî Êrîşa Îranê Bilind Bike

Rejîma Cumhuriyeta Îslamiya Îranê, ku herroj Kurdekê darve dike û herroj devera tixuba Başûr û Rojhılatê Kurdistanê dide ber topan, îro êrîş kiriye li ser baregehên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û Hizba Demokrat a Kurdistanê li bajaroka Koyê.

Rejîma Îranê, ku nikare pêşiya Rasanê, xebata gelên Îranê ya demokrasî û azadiyê bigre, nikare bi êrîşa baregehên Pêşmerge li Kurdistana Başurê serkeve.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, ku hertim piştgirê gel û Pêşmergeyên Kurdistana Rojhilatê ye, êrîşa dawî ya rejîma Îranê bi tundî mehkum dike.

PSK daxwaz ji Hikumeta Herêma Kurdistanê, partî û saziyên welatparêz yên Başur û partî û saziyên seranserê Kurdistan û diyasporayê dike, ku dengê xwe dijî êrîşa Îranê bilind bikin

PSK daxwaz ji Koma Milletan û sazî û dezgeyên mirovdost dike, ku pêşiya êrîşa rejîma Îranê bigrin.

 08 Îlon 2018

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment