Trump ji bo mafên Misilmanan gefan li Çînê dike
Biryar e Amerîka sizayên abûrî li ser Çînê bisepîne, heger hat û Hikûmeta Çînî, mafên kemîneya Misilman li nav welat binpê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.
Biryar e Amerîka sizayên abûrî li ser Çînê bisepîne, heger hat û Hikûmeta Çînî, mafên kemîneya Misilman li nav welat binpê bike.
Li gorî rojnameya New York Times ya Amerîkî, rêvebiriya Trump hizra wê yekê dike, ku sizayên abûrî li ser Çînê bisepîne, bi sedema ew zordariya ku li kemîneya (Uygur) ya Misilman dike.
Meha derbasbûyî, Netewên Yekgirtî ragihand ku, nêzîkî milyonek kes ji kemîneya Uygur li Çînê, bi darê zorê derbasî nav kampan tên kirin û tên eşkencedan.
Uygur beşek in ji êlên piştguhkirî li welatê Çînê û piraniya wan misilman in ên Sunnî ne, niha nêzîkî 10 milyon ji wan li welatê Çînê dijîn, berî niha jî, çendîn raporên cuda hatine belavkirin, ku Hikûmeta Çînî bi darê zorê xwestiye baweriya wan bi Islamê biguherîne.
Tevî ku pêwendiyên Amerîka û Çînê di rewşeke xirab de ne û berî niha jî, Amerîka sizayên abûrî li ser wî welatî sepandiye, lê ev yekem car e, Hikûmeta Amerîkî dixwaze ji ber sedemên mirovî welatê Çînê siza bide.
N.O