"Êrîşa Koya peyamek ji bo hemû neyarên Îranê bû"

Îran ji Iraq û Herêma Kurdistanê dixwaze, ku endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê radestî Taranê bikin, lê Herêma Kurdistanê red kir ti endamekî partiyên Rojhilatê Kurdistanê radestî Îran bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Fermande di Supaya Pasdaran a Îranê de (Mihemed Elî Ceiferî) ragihand, ku êrîşên 8ê Êlûnê li ser bajarê Koya, peyamek ji bo tevahiya neyarên Îranê bû li navçeyê û yên bi 2000 kîlometran dûrî me ne.

Li gorî nûçeyeke ajansa Sputnik a Rûsî, Elî Ceiferî derbarê êrîşa li dijî HDK û HDKÎ li Koya got: Toleya Supaya Pasdaran ji terorîstan -Îran Pêşmergeyên Demokrat bi terorsît binav dike- peyamek ji bo hemû hêzên mezin bû, ku dixwazin pîlanan li ser me bisepînin û me jinav bibin.

Navhatî hişyarî da û got: Ew bi dirêjiya 2000 kîlometran li derdora Îranê ne û dixwazin êrîşî axa me bikin, wê rastî heman çarenivîsê bên.

Berî niha jî supasalarê Pasdaran (Mihemed Baqirî), Amerîka bi alîkarîkirina hêzên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê tometbar kiribû û ji Iraq û Herêma Kurdistanê kir, endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê radestî Îranê bikin.

Li ser wê daxwazê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir ti endamekî partiyên Rojhilatê Kurdistanê radestî Îran bike.

N.O

Fly Erbil Advertisment