Amerîka: Îran ji bo berjewendiyên xwe kiryarên Çînê dijî Mislmanan nabîne
Wezîrê Derve yê Amerîka: Rêberê Îranê Elî Xamineyî xwe bi rêberê Misilman dide naskirin, lê li ser binpêkirinên Çînê beramberî Misilmanan bê dengî hilbijartiye.

K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezîrê Derve yê Ameîrka (Mike Pompeo) li ser Twitter a xwe nivîsiye: Rêberê Îranê Elî Xamineyî xwe bi rêberê Misilman dide naskirin, lê li ser binpêkirinên Çînê beramberî Misilmanan bê dengî hilbijartiye.
Di dirêjiya nivîsa xwe de, Mike Pompeo dibêje: Çîn mezintirîn kiryarên petrola Îranê ye û niha bi deh hezaran Misilman li Çînê hatine girtin, lê Îran ji ber berjewendiyên xwe yên abûrî, bê dengî hilbijartiye.
Berî niha rojnameya New York Times ya Amerîkî ragihandibû, rêvebiriya Trump hizra wê yekê dike, ku sizayên abûrî li ser Çînê bisepîne, bi sedema ew zordariya ku li kemîneya (Uygur) ya Misilman dike.
Meha derbasbûyî, Netewên Yekgirtî ragihand ku, nêzîkî milyonek kes ji kemîneya Uygur li Çînê, bi darê zorê derbasî nav kampan tên kirin û tên eşkencedan.
Uygur beşek in ji êlên piştguhkirî li welatê Çînê û piraniya wan Misilmanên Sunnî ne, niha nêzîkî 10 milyon ji wan li welatê Çînê dijîn, berî niha jî, çendîn raporên cuda hatine belavkirin, ku Hikûmeta Çînî bi darê zorê xwestiye baweriya wan bi Islamê biguherîne.
N.O