Mela Bextiyar mercê kandîdbûna Berhem Salih bo serokomartiyê aşkere dike

Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar ragihand, her demê Berhem Salih û partiya xwe vegerin nava YNKê, ew dikare bibe kandîdê YNKê ji postê serokomartiya Iraqê re.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar ragihand, her demê Berhem Salih û partiya xwe vegerin nava YNKê, ew dikare bibe kandîdê YNKê ji postê serokomartiya Iraqê re.

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk li Silêmaniyê ligel Polîtburoya YNKê civiya. Piştî civînê jî McGurk û Mela Bextiyar konferanseke rojnamevanî lidar xist.

Brett McGurk ragihand, ew piştevaniyê li Iraqekî xwedî serwerî dikin û bi aliyan re di şêwirê de ne, ji bo hikûmet di dema xwe ya yasayî de pêk bê.

Herwiha McGurk rol û qehremaniya Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û tekez kir, hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û Amerîka de berdewam dibe.

Ji aliyê xwe ve, Mela Bextiyar ragihand, YNKê di nava xwe de û bi PDKê re jî guftûgoyên berpirsyane dikin ji bo biryarê li ser kandîdê serokomartiyê bidin. Got jî, dem hatiye ku biryara dawiyê bê dayîn.

Mela Bextiyar tekez kir jî, ew aliyê ku dikare biryara dawiyê derbarê kandîdê YNKê bide, serkirdatiya YNKê ye û ew jî di du rojên bê de bo wê pirsê dicive.

Derbarê kandîdbûna Berhem Salih bo postê serokomartiyê de ragihand, ta niha biryara fermî ji aliyê Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadweriyê ve nehatiye dayîn ku vegere nava YNKê û her demê ew hevpeymanê bi fermî biryarê bide, Berhem Salih dikare bibe kandîd.

Her di wê konferansa rojnamevanî de, Mela Bextiyar li ser kandîdbûna xwe bo postê serokomarê Iraqê aşkere kir û got: “Ji mafê min e kandîd bim.”

 

S. B

Fly Erbil Advertisment