Amerîka: Li Sûryê armanca me Îran e ne Esed e
James Jeffrey: 3 armancên Amerîka li Sûryê hene, ew jî jinavbirina DAIŞê û nehiştina derketina wê bi wêneyekî din, herwiha derxistina Îranê ji Sûryê ye.

K24 - Navenda Nûçeyan.
Şanderê Amerîka ji bo Sûryê James Jeffrey ragihand, ku ew li gel Rûsya kar li ser derxistina Îranê ji Sûryê dike û armanca welatê wî li Sûrya ne dûrkirina Esed ji desthilatê ye.
James Jeffrey ji rojnameya El-Şerq El-Ewset re diyar kir, ku 3 armancên Amerîka li Sûryê hene, ew jî jinavbirina DAIŞê û nehiştina derketina wê bi wêneyekî din, herwiha derxistina Îranê ji Sûryê ye.
Jeffrey tekez kir, ku hebûna wan li Sûryê ne dagîrkarî ye lê ji bo bicîkirina wan hersê armancan e.
Navhatî got jî: Em bi berdewamî li gel Rûsya di pêwendiyê de ne û em kar bi Rûsya re dikin ji bo derxistina Îranê ji Sûryê, lê Amerîka naxwaze hêzê ji bo derxistina Îranê bikar bîne.
Derbarê destûra nû ya Sûryê û mana Esed di desthilatê de, Şanderê Amerîkî ji bo Sûryê got: Me ji Staffan de Mistura xwest ku di dawiya meha dahatî de, komîteya danîna destûra nû ya Sûrya pêk bîne. Armanca me ne dûrkirina Esed e ji desthilatê, lê cihê kêfxweşiya me ye heger Esed bi xwe dev ji desthilatê berde.
herwiha got: Piştî şer li Sûrya heya radeyekê bidawî bê, em karin derfeta gotûbêjan derbarê destpêkirina piroseya siyasî peyda bikin û em ber bi danîna destûreke nû û encamdana hilbijartinan li wî welatî ve biçin.
James Jeffrey balyozê berê yê Amerîka li Iraqê bû, û di Hizêrana sala 2017an de, ragihandibû, ku Îran ji DAIŞê metirsîdartir e.
N.O