Sûriye jî, daxwaza mûşekên S400 ji Rûsya dike
Hikûmeta Sûriyê daxwaza mûşekên S 400 ji Rûsyayê dike

K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Sûriyê daxwaza mûşekên S 400 ji Rûsyayê dike.
Piştî civîna digel Wezîrê derve yê Rûsyayê, Wezîrê derve yê Sûriyê Welîd elMu'elîm ji rojnamevanan re ragihand, Wezîrê berevaniya Rûsyayê ji wan re gotiye, dê di heyama dû hefteyan de, mûşekên S 300 radestî Sûriyê bikin. Niha ew li hêviya wan mûşekan in, û got, bi hêvî ne ew mûşekên Rûsî bikaribin esmanê Sûriyê ji firokeyên Israîlê biparêze.
Wezîrê derve yê Sûriyê eşkere jî kir, Şam dixwaze mûşekên S 400 jî, ji Rûsya bidest bixe û got, ew li hêviya sîstema berevanî ya esmanî S 400 in.
Roja dûşemiya borî, di pêwendiyek telefonî de, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re ragihandibû, dê Rûsya sîstema berevaniya esmanî, mûşekên S 300 radestî Sûriyê bikin.
C.B