Komisyon: Di heyema 72 demjimêran de encaman radigihînin

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, di heyama 72 demjimêran ji piştî birêveçûna hilbijartinan, encaman radigihîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, di heyama 72 demjimêran ji piştî birêveçûna hilbijartinan, encaman radigihîne.

Peyvdarê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê Şêrwan Zirar di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di 72 demjimêrên bê de encamê dawiyê radigihînin.

Şêrwan Zirar diyar kir jî, rêjeya beşdariya di proseya dengdanê de bi giştî % 57.23 bû: Parêzgeha Hewlêr: % 58.58, parêzgeha Silêmanî: % 53.01, parêzgeha Dihuk: % 61. 87, Parêzgeha Helebce: % 60.90.

Duhî 30î Îlonê dengdana giştî bo xula pêncemîn a hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê birêve çû, li gor encamên ne fermî jî Partiya Demokrat a Kurdistanê piraniya dengan bidest aniye.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment