Bo yekalîkirina posta Serokomar şandeke PDKê diçe Bexdayê
Ji bo yekalîkirina pirsa posta Serokomartiya Iraqê, îro şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) digihe Bexdayê. Hîna PDKê li ser wê yekê rijd e ku posta Serokomartiyê ji aliyê firaksiyonên Kurdî ve yekalî bibe berî biçe nava parlemantoya Iraqê.

K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo yekalîkirina pirsa posta Serokomartiya Iraqê, îro şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) digihe Bexdayê. Hîna PDKê li ser wê yekê rijd e ku posta Serokomartiyê ji aliyê firaksiyonên Kurdî ve yekalî bibe berî biçe nava parlemantoya Iraqê.
Jêderekî bilind ji K24ê re ragihand, PDKê li ser wê yekê pêdagir e destpêkê firaksiyonên Kurdistanî berbijarê postê Serokomartiyê yekalî bikin, ji ber ku ew post ji pişkê Kurd e, wek çawa hêz û aliyên Şîe destpêkê koma mezin pêk tînin û kesekî bo postê Serokwezîr destnîşan dikin, pêwîst e Kurd jî xwe ji bo postê Serokomar xwe yekalî bikin, ne ku Ereb û hêzên Iraqî bi wî karî rabin.”
Ew jêder dibêje, her çend e şansê berbijarê PDKê Fûad Husên zêdetir e û egera derçûna wî di parlemantoyê de heye, lê bi PDKê xweş e destpêkê ji aliyê aliyên Kurdistanî ve bê diyarkirin.
Roja 28ê Îlonê, Serok Barzanî piştî Berhem Salih dît û piştî desnîşankirina Fûad Husên bo wergirtina posta Serokomartiyê, di peyamekê de ragihand, “Bila firaksiyonên Kurdistanî di nava xwe de berbijarekî yekalî bikin, wek çawa berî 4 salan kirine.”
Duhî êvarê jî endama Polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehemd di peyamekê de nerîna xwe li ser wê pirsê ragihand û wek Serok Barzanî ligel wê yekê bû, ku parlemanterên Kurd berbijarê Serokomariyê yekalî bikin û di pişt re di nava parlemantoya Iraqê de deng ji bo wî bê dayîn.
Her duhî jî, şandeke bilind a YNKê gihîşte Bexdayê, ku demek e Fûad Husên û Berhem Salih jî li Bexdayê ne serdana aliyên Iraqî dikin, lê bi nerîna beşek ji aliyên Iraqê ew e, ku Kurd yek berbijarî di nava xwe de diyar bikin, ta ew jî di parlemantoyê deng bidinê.
Çavdêr pêşbînî dikin, piştî bidawîhatina proseya hilbijartina parlemantoya Kurdistanê û piştî peyama Hêro Îbrahîm Ehemd, guhartin di helwesta YNKê de bê kirin, ku 13 sal in ew post di destê wê de bû û hîna wê postê bi pişkê xwe dizanin.
S. B