Serok Barzanî: Rêgirtin li dengdana mamoste Kerîm Ehmed zulmekî mezin e
Serok Barzanî nîgeranî û xembariya xwe li hember rêgirtina li dengdana siyasetmedarê Kurd û sekreterê berê yê Partiya Şiyoî Kerîm Ehmed derbirî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî nîgeranî û xembariya xwe li hember rêgirtina li dengdana siyasetmedarê Kurd û sekreterê berê yê Partiya Şiyoî Kerîm Ehmed derbirî.
Roja 30î Îlonê di dema birêveçûna proseya dengdana hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê de bi hinceta ku temenê wî rê nade ku deng bide, rê li ber Kerîm Ehmed hatibû girtin ku dengê bide.
Di wê derbarê de Serok Barzanî peyamek belav kir. Peyama Serok Barzanî wiha ye:
“Bi bihîstina nûçeya rênedana bi dengdana Mamosta Kerîm Ehmed gelek dilgiran im. Cihê nîgeraniyeke zêde ye ku xebatkar û têkoşerekî wekî Mamosta Kerîm Ehmed bi hinceta temen rê lê bê girtin ku dengê xwe bide. Mamosta Kerîm Ehmed bi xwe nasname ye ji bo me hemûyan û rênedana wî ya ji bo dengdanê zulmeke mezin e ku li Mamosta Kerîm Ehmed hatiye kirin.
S. B