Li Cizîrê werzê girtina teyran destpê dike
Di despêka werzê Payîzê de Teyrên Baz û hin cureyên din ku di van deman de koçber dibin û di esîmanên Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin. Nêçîrvan jî li deverên cuda cuda rojane derdikevin û hewildanan dikin wan teyran bigrin.
K24 – Amûde
Di despêka werzê Payîzê de Teyrên Baz û hin cureyên din ku di van deman de koçber dibin û di esîmanên Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin. Nêçîrvan jî li deverên cuda cuda rojane derdikevin û hewildanan dikin wan teyran bigrin.
Di despêka werzê Payîzê de teyrên Baz ango “Teyrên Hur” ji çiyayên Tirkiyê, Îranê, Rûsiyê û Mengoliyayê koçber dibin û ber bi welatên kendava Erebî ve diçin û hinek ji wan di esîmanên devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê re derbas di bin, nêçîrvanên herêmê vê delîveyê ji xwe re berçav digrin û li çol û beyaran xefk û davkên xwe vedidin bi hêviya ku teyrekî Hur bigrin.
Ebdulxenî û Qehtan ku ji heyama 30 salî ve vî karî di kin li gel hevalên xwe rojane ji berbanga sibehê ve li bendî teyran dimînin û tomekên xwe wek Başoke, çivîk û kevokan amade dikin û bi Dûrbînan çavdêriya asîmanan dikin.
Nêçîrvanên tayran gelek firindeyan bi saxî digrin da ku ji teyrên mezin re bikin tomek û yek ji wan xefkan toreya li ser pişta kevokê ye tê danîn.
Qehtan ku mîna pisporekî di girtina teyran de tê naskirin dibêje, ku girtin û nêçîra teyran bi navê karê şah û mîran tê naskirin, loma kesên vî karî dikin divabe xwedî ezmûn û behre bin.
Li gorî nêçîrvan dibêjin, gelek cureyên teyran hene û ji wan yên avî û yên çiyayî ku her terekî li gorî girbûn û dirêjbûna baskan û rengê pirtikan tê nirxandin.
Piraniya teyran jî bo welatên Kendava Erebî têne veguhestin û li wê deverê têne firotin û nirxê hin cureyan digihe nêzî 200 hezar Dolarî.