Rêvebirê Asayişa Hewlêrê: Derbirîna xweşiyê bi teqe nabe!

Rêvebirê Asayişa Hewlêrê Tarîq Nûrî ji Kurdistan 24 re ragihand ku, her kesek bi mebesta derbirîna xweşiyê, piştî ragihandina encamên hilbijartinan teqeyê bike, dê bê girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Asayişa Hewlêrê Tarîq Nûrî ji Kurdistan 24 re ragihand ku, her kesek bi mebesta derbirîna xweşiyê, piştî ragihandina encamên hilbijartinan teqeyê bike, dê bê girtin.

Got jî, Asayişa Hewlêrê planek ji bo rêgirtin li diyardeya teqekirinê amade kiriye û daxwaz ji welatiyan kir ku, zanyariyan derbarê wan kesên ku teqeyê dikin, bidin wan.

Amaje bi  wê yekê kir ku, di çend rojên derbasbûyî de, welatiyek bi tometa teqekirinê li Hewlêrê hatiye girtin.

 

C.B