Rewangeh: Grûpên çekdar şûnwarên Efrînê didizin
Grûpên çekdar ên li Efrînê destdirêjiyê li ser şûnwar û cihên dîrokî yên Efrînê dikin û wan dikolin û bermayî û entîkeyên wan didizin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên li Efrînê destdirêjiyê li ser şûnwar û cihên dîrokî yên Efrînê dikin û wan dikolin û bermayî û entîkeyên wan didizin.
Rewangeha Sûrî girtevîdyoyek belav kir, tê diyar dibe grûpek karên kolandinê dike. Rewangehê da zanîn, ew grûpa çekdar ser bi Feyleqa Yekem e û li derdora Şanoya Romanî ya keleha Horî karên kolandinê dike û şûnwaran didize.
Keleha Horî ya li herêma Efrînê 25 K.M dikeve bakurê rojavayê bajarê Efrînê û dîroka wê vedigere hezarê yekem berî zayînê, ji girîngtirîn şûnwarên wê, keleha Horî, perestgeha Horî, Şanoya Romanî û pireyeke Romanî ne.
Di dema êrîşa leşkerî li ser Efrînê û dagîrkirina wê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, gelek gir, keleh û cihên şûnwarî hatibûn bombebarkirin, wek girê Eyn Dara ya dîroka wê vedigere 2 hezar berî zayîne, Keleha Teqilkê ya li ser çiyayê Lêlûn û bidehan cihên pîroz yên ola Êzidiyan.
Di wê derbarê berî demekê Navenda Şûnwarî ya Idlibê raportek li ser rewşa kelehe Horî ya şûmwarî li Efrînê belav kir û tê de hat, ji ber guhartinên siyasî yên li herêma Efrînê ji sala 2012an û ta 2018an şûnwarên Efrînê bi giştî kela Horî bi taybetî ji aliyê grûpên çekdar diziyên şûnwaran ve rastî diziyê tê.
Herwiha amaje bi wê jî kir, ku kela Horî di dema destpêkirina operasyona leşkerî ya li ser herêma Efrînê de, bû wek baregeheke leşkerî û gelek karên kolandinê lê hate kirin, bi awayekî ku gelek ziyan gihandiye wê kelehê û şanoya wê ya Romanî.
S. B