Şaneke Tevgera Hîkme serdana Hewlêr dike
Şandeke bilind a Tevgera Hîkme bi serokatiya Emar Hekîm serdana Hewlêrê dike û biryar e ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicivin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandeke bilind a Tevgera Hîkme bi serokatiya Emar Hekîm serdana Hewlêrê dike û biryar e ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicivin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, şanda Tevgera Hîkme berî bîstekê gihîşt Hewlêrê û biryar e ligel Serok Barzanî bicive û rewşa siyasî ya Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû û amadekariyên bo qonaxeke nû di proseya siyasî de guftûgo bikin.
Biryar e, ew şanda Tevgera Hîkme serdana bajarê Silêmaniyê û ligel berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bicive.
Serdana Tevgera Hîkme bo Herêma Kurdistanê di demekê de ye, duhî şandeke Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Ebû Cîhad serdana Hewlêrê kiribû û ligel Serok Barzanî civiya û tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.
Ji piştî hilbijartina parlemantoya Iraqê, çendîn şandên aliyên siyasî yên Iraqê ji bo guftûgokirina pêkanîna hikûmeta nû û beşdariya Kurd di proseya siyasî de serdana Hewlêrê kirine û ligel Serok Barzanî û aliyên siyasî yên Kurdistanê civiyane.
S. B