Grûbek dizî û qaçaxiya petrolê hat desteser kirin

Civata Asayişa herêma Kurdistanê radighîne, di Operasyonekê de saziyên ewlekarî û Rêveberatiya Asayişa Giştî, grûbeke dizîn û bi qaçaxbirin a petrolê girtin e

K-24 Navenda Nûçeyan

Civata Asayişa herêma Kurdistanê radighîne, di Operasyonekê de saziyên ewlekarî û Rêveberatiya Asayişa Giştî, grûbeke dizîn û bi qaçaxbirin a petrolê girtin e.

Civata Asayişa herêma Kurdistanê di daxûyaniyekê de radighîne, di çarçoveya helmeta bicîkirina yasa, ji bo rûbirûbûn a gendelî û nehiştina destwerdanê di mulkê giştî de, ligor biryara dadwer, di Operasyonekê de saziyên ewlekarî û Rêveberiya Asayişa Giştî, grûbek dizîn û bi qaçaxbirina petrolê girtin e, ku ji çar welatî û dû karmendên asayişê pêkhatibûn.

Kesên girtî, dê ligor rêkarên yasayî serederî digel wan  bê kirin, û piştî bidawîbûn a lêkolînê jî, dê ji aliyê dadgehê ve dosya wan were yekalî kirin.

Civata Asayişa herêma Kurdistanê eşkere jî dike, ew her aliyekî dilniya dike ku, ji bo serweriya yasa, erk û şev nenivîstin a saziyên wan berdewam dibe, û rê nadin destidirêjî li ser mulk û malên giştî û welatiyan bê kirin. Her kes û aliyek jî, yasayê binpê bike, dê rûbirûyê dadgehê bibe û sizayên yasayî werbigre.

 Hat ragihandin ku, divê hemû saziyên ewlekarî yên li parêzgeh û deverên Kurdistanê, divê li ser bicîkirina yasayan rijd bin. Ligel kesên ku, yasayan binpê dikin, bi heman şêweyî serederî bikin, ku qaçaxî û gendeliyan li nav mal û milkê giştî, yê hemwelatiyên Kurdistanê dikin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment