Netenyahû seredana Mîrgeha Ûman kir
Li ser daxwaza fermî ya Sûltanê Ûmanê, Serokwezîrê Israîlê seredana wê Mîrgeha Erebî kir

K24 – Navenda Nûçeyan
Li ser daxwaza fermî ya Sûltanê Ûmanê, Serokwezîrê Israîlê seredana wê Mîrgeha Erebî kir.
Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê Benyamîn Netenyahû ragihand, geşta Serokwezîr ji bo Mîrgeha Ûmanê û civîna digel Sultan Qabus ji bo pêşxistina pêwendiyan e, û yekemîn civîna di wî astî de ji sala 1996an ve ye, ku ji wê demê ve pêwendiyên her dû welatan sar bûbûn.
Di daxûyaniya Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê de hatiye, Benyamîn Netenyahû û Sultan Qabus di civîna xwe de, rijdbûna hewlên xwe ji bo pêşxistina aramî û aştiyê li Rojhilata Navîn diyar kirin.
Di heman demê de, her dû aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera her dû welatan de kirin.
C.B