Ji bo hilbijartinên herêmî partiyên Kurdistanî û HDPê li hev dicivin
Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak ragihand, ji bo beşdariya di hilbijartinên herêmî de û egera pêkanîna hevpeymaniyekê, partiyên Kurdistanî û HDPê îro li Diyarbekirê lihev dicivin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak ragihand, ji bo beşdariya di hilbijartinên herêmî de û egera pêkanîna hevpeymaniyekê, partiyên Kurdistanî û HDPê îro li Diyarbekirê lihev dicivin.
Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak ji K24ê re got: “Ji bo çareserkirina pirsa Kurd bi riyên aştiyane û demokratîk , pêwîst e Kurd bi hev re helwestên xwe diyar bikin. Îro rasterast civîna me li ser hilbijartinên herêmî dibe. Em hêvî dikin ku encameke baş ji civînê derkeve , lê civîn dê berdewam bikin.”
Li cudahiya şert û mercên pêvajoya hilbijartinên 24ê Hezîranê û niha de, ma niha partiyên Kurdistanî û HDPê ji hev nêzîktir in, Sertaç Bucak got: “Rewşa 24ê Hezîranê û ya îro nehatiye guhartin. Lê pêwîst e hêzên Kurdî û miletê me li seranserî Bakur Kurdistanê bibe xwedî desthilat, ji bo vê jî girîng e Kurd bi hev re bimeşin.”
Li ser xalên nakok di navbera partiyên Kurdistanî û HDPê de, got: “Hin caran xalên nakok çê dibin, lê ji wezîfeta siyastê ew e, wan nakokiyan nehêle. Heger çi nakokî di 24ê Hezîranê de hebûn, niha ew derbas bûn. Divê em li pêşerojê binerin, îro rewşa miletê Kurd li Bakurê Kurdistanê ber bi xirapiyê ve diçe, ji ber wê berpirsatiya hemû partiyên Kurdistanî ye, ku bên ba hevdu û li ser xalên hevbeş lihev bikin.”
S. B