Li Qamişlo ahenga Cizîra Me Ya Rengîn lidar ket

Li bajarê Qamişlo ahengeke hunerî di bin navnîşana “Cizîra Me Ya Rengîn” bi hemû netew û olên xwe û bi beşdariya komeke folklorî û hunermendê Kurd Sefqan Orkêş hate li dar xistin.

 

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo ahengeke hunerî di bin navnîşana “Cizîra Me Ya Rengîn” bi hemû netew û olên xwe û bi beşdariya komeke folklorî û hunermendê Kurd Sefqan Orkêş hate li dar xistin. Li gorî komîta amadekar ya çalakiyê armanca wan ku çanda jiyana hevbeş û hezkirinê di nav tevaya pêkhatên deverê de belav bikin.

Bi armanca danasîna bi çanda hemû pêkhateyên devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê û di bin diruşmeya “Cizîra Me Ya Rengîn” bi hemû netew û olên xwe, ahengeke hunerî li bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Ahenga navbûrî bi dîlaneke folklorî ji alî koma Bermaya ya siryanî ve ku tê de dîlanek bi cil û bergên curbicur yên ku nûnertiya hemû gelên herêmê ji Kurd, Ereb, Ermenî, Siryan û Aşûriyan dikir destpê kir.

Stêrka şahiya Cizîra rengîn hunermendê kurd Sefqan Orkêş û girûpa xwe bûn. Hejmarek ji stranên Kurdî, Erebî û Siryanî hatin pêşkêşkirin ku naveroka wan li ser çand û folklorê gelê herêmêu bûn.

Hunermendê Kurd Sefqan got, mebesta me ji van ahengan ku em karibin dengê stran û mûzîkê têxin şûna dengê çek û topan û fişara derûnî ji ser xelkê deverê rakin.

Devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê gelek ol û netew ligel hev dijîn û bi taybetî bajarê Qamişlo wek devereke herî pirnetew tê naskirin, lê di salên kirîza Sûriyê de û jiber şer û pevçûnên li deverê bandoreke xerab li tevaya civaka herêmê hate kirin û armanca çalakiyên hevawa vê xemsariyê rakin û çanda heskirin û pêkvejiyanê belav bikin.