HDP: Kurdistan24ê bûye platforma pirdengî û pirrengîyê
Bi boneya salvegera sêyem ya Kurdistan24ê li sernaserî cîhan û Kurdistanê peyamên pîrozbahiyê ji aliyê rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran ve tên dayîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya salvegera sêyem ya Kurdistan24ê li sernaserî cîhan û Kurdistanê peyamên pîrozbahiyê ji aliyê rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran ve tên dayîn.
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç salvegera sêyem ya Kurdistan24ê pîroz dike û dibêje, Kurdistan24ê bûye kanaleke bêalî û platforma pirdengî û pirrengîyê
Berdevkê HDPê Saruhan Oluç got: "Serî de ez salvegera kanala Kurdistan24ê pîroz dikim. Ji bo ku bi zimanê Kurdî weşan tên kirin ji bo gelê Kurd jî gelekî girîng e. Em her tim weşanên bi zimanê zikmakî diparêzin. Derfetên derbirîn û bilêvkirina nêrîn û ramanên cuda girîng e. Ev yek him ji bo polîtîkayên Tirkiye him jî bo polîtîkayên herêmê bêguman karekî micid e. Ji loma jî Kurdistan24 heta ku van weşanên xwe yên bêalî û pirdengî bimeşîne him li Tirkiyeyê him jî wê li Kurdistanê pêngavên baş biavêje."
Herwiha Berdevkê HDPê got: "Ez hêvîdar im ku Kurdistan24 bi weşanên xwe yên serkeftî bidomîne û bibe temendirêj. Ev yek him ji bo Kurdistan24ê him jî ji bo erdnîgariya Kurdistanê gelekî girîng e."
S. B