Artêşa Tirk vê care gundek Tirbespiyê gulebaran kir

Artêşa Tirkiyê gundekî bajarokê Tirbespiyê gulebaran kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê gundekî bajarokê Tirbespiyê gulebaran kir.

Nûçegîhanê Kurdistan24 li Qamişlo ragihand, Artêşa Tirkiyê gundê Til Cîhan ê bajarokê Tirbespiyê gulebaran kir. Di encam de şervanek Hêzên Senadîd, ku hêzek Erebên Şemmer e û dinav Hêzên Sûriya Demokrat de cih digre, brîndar bû.

Nûçegîhanê Kurdistan24 diyar jî kir, niha gulebarankirin rawestiya ye, û ew şervanê Senadîd ji bo nexweşxaneyek bajarê Dêrikê hatiye veguhestin. Rewşa wî ya tendirustiyê baş e.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment