Rûhanî: Amerîka li Rojhilata Navîn şikestin xwar
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bersiva sizayên Amerîka li ser welatê xwe da û çend peyamên tund arasteyî Amerîka kir û ew bi “şikestxwar” binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bersiva sizayên Amerîka li ser welatê xwe da û çend peyamên tund arasteyî Amerîka kir û ew bi “şikestxwar” binav kir.
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di peyameke telefizyonî de ragihand, Amerîka dixwaze hinaredeyên Îran rawestîne, lê ewê petrola xwe bi berdewamî bifiroşin.
Herwiha got: “Divê em vê dorpêça li Îranê bişikînin û divê Amerîka têbigihe ku zimanê gefxwarin û dorpêç nikare li hember gelê Îranê biweste.”
Rûhanî dibêje: “Amerîka li Sûriye, Iraq, Yemen û Efganistanê şikestin xwar û çendîn car di planên xwe de jî poşman dibe û her rojê axaftinekê dike.
Serokomarê Îranê diyar kir jî, Efrîqya, Asya, Ewropa û Netewên Yekgirtî bi Îranê ne û li dijî Amerîka ne.
Serokê Amerîka Donald Trump di 8ê Gulana bûrî de vekişandina ji rêkeftina atomî ya bi Îranê ragihand. Amerîka Di 7ê Tebaxa bûrî de qonaxa yekem a sizayan li ser Îranê sepand, îro jî qonaxa duyem a sizayan dest pê dike.
S. B