Mesrûr Barzanî tekezî li çareseriyên bingehîn li navçeyên rizgarkirî kir

Di civînekê de, Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Belcîka li Iraq û Urdinê Hendrik van de Velde tekezî li çareserkirina pirsgirêkên bingehîn, pirsgirêkên siyasî û aborî yên digel Îraqê kirin...

K24- Navenda Nûçeyan

Mesrûr Barzanî tekeziyê li giringiya çareserkirinek bingehîn ya pirsgirêk û kêmûkuriyên li navçeyên rizgarkirî dike.

Di civînekê de, Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Belcîka li Îraq û Urdinê Hendrik van de Velde tekezî li çareserkirina pirsgirêkên bingehîn, pirsgirêkên siyasî û aborî yên digel Îraqê kirin, ku bûn e sedema derketin û geşekirina grûbên terorî.

Di wê derbarê de Mesrûr Barzanî tekezî li giringiya çareserkirinek bingehîn, ji pirsgirêk û kêmûkuriyên li navçeyên rizgarbûyî kir, da ku bibe zemîneyek baş, ji bo vegera awareyan.

Her di wê civînê de, dawî pêşhateyên siyasî, serbazî û aloziyên navçeyê bi giştî û liv û tevgerên DAÎŞê li çend navçeyên Îraqê hatin gengeşe kirin. Tewerek din a danûstandina di navbeyna her dû aliyan de, di derbarê hewlên berdewam, ji bo rêkxistin û têkilkirina Lîwayên Pêşmerge û tişta ku ji Hikûmeta nû ya Îraqê tê pêşbînî kirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de bû.

 

 

C.B