Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji bo Demîrtaş kom dibe

Îro Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji bo Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş kom dibe. Dadgeh dê di derbarê girtîbûna wî de birayek bide û ger biryara dadgehê rê li ber azadkirina Demîrtaşî veke, dê karvedanên mezin bi xwe re bîne. Dibe ko Tirkiye cara yekem were tohmetbarkirin ku siyasetmedarekî Kurd ji ber nasnameya wî ya siyasî xistiye zîndanê. Herwiha biryara dadgehê dikare ji bo parlementerên din ên girtî yên HDPê jî bibe mînak.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji bo Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaşî kom dibe. Dadgeh dê di derbarê girtîbûna wî de birayek bide û ger biryara dadgehê rê li ber azadkirina Demîrtaşî veke, dê karvedanên mezin bi xwe re bîne. Dibe ko Tirkiye cara yekem were tohmetbarkirin ku siyasetmedarekî Kurd ji ber nasnameya wî ya siyasî xistiye zîndanê. Herwiha biryara dadgehê dikare ji bo parlementerên din ên girtî yên HDPê jî bibe mînak.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê îro di derbarê girtîbûna Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahatîn Demîrtaşî de biryara xwe dide. Dadgeh dê rewşa Demîrtaşî gotûbêj bike, ka gelo girtîbûna wî yasayî an ne yasayî? Digel vê yekê şîroveya dadgehê jî girîng e û dê karvedanên mezin bi xwe re bîne.

Ger dadgeh bibêje mafên Demîrtaşî hatiye binpêkirin û vê binpêkirinê bi nasnameya wî ya siyasî re girê bide, ev şîrove dê ji bo Tirkiyeyê biryarek nû be. Bi vê biryarê Tirkiye dê cara yekem were tohmetbarkirin ku siyasetmedarekî ji ber nasnameya wî ya siyasî zindanîkiriye û bi vê yekê jî yasayên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê binpêkiriye.

Ger dadgeh hinceta biryara xwe bi binpêkirina mafê parêzbendiya parlementeran ve girê bide, wê demê ev biryar dê ji bo parlementerên girtî yên HDPê jî bibe mînak û karvedanên mezin bi xwe re bîne. Lê digel her şîrovaya yasayî ya dadgehê gelek pisporên hiqûqê di wê baweriyê de ne, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dê rê li ber azadiya Demîrtaşî veke.

Çîroka zindanîbûna Demîrtaşî û parlementerên din ên HDPyê digihije 20ê Gulana 2016an. Di wê dîrokê de Parlementoya Tirkiyeyê bi dengên AK-Partî, MHP û CHPyê parêzbendiya parlementeran rakiribû û ev biryar jî rê li ber dadgehkirina parlementerên HDPyê vekiribû. Piştî vê birayarê 6 mehan, di 4ê Mijdara sala 2016an de Asayîşa Tirkiyeyê li dijî parlementerên HDPê operasyoneke berfireh kiribû û her du hevserokên berê yên HDPyê Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag jî nav de 11 parlementer hatibûn girtin.

 

S. B 

Fly Erbil Advertisment