Hewalgiriya Iraqê: Me sîxûrek DAIŞê girt

Birêvebiriya Hewalgiriya Serbazî ya Iraqê ragihand ku, sîxûrek ku agahdarî derbarê Artêşa Iraqê gihandine DAIŞ girtin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Birêvebiriya Hewalgiriya Serbazî ya Iraqê ragihand ku, sîxûrek ku agahdarî derbarê Artêşa Iraqê gihandine DAIŞ girtin e.

Ligor daxûyaniyê, di sînorên Felluce ya Iraqê de di Operasyonek ku, ji alî binkeya 14an û tîma çavnêriya serbazî ve, sîxûrek ku agahdarî derbarê Artêşa Iraqê gihandine DAIŞê hatiye girtin.

Sîxûrê hatî girtin endamê DAIŞ bû ye û bi alîkariya terorê û gihandina agahdariyên metirsîdar ên ewleyiyê, dê bê dadgeh kirin.

Di dema dawî de, gelek êrîşên DAIŞ li devera Mûsil, Kerkûk, Enbar û Selahaddin pêkhatin e.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment