Ji tirsa guleyên Tirkiyê zeviyên Eyndîwerê bê çandinî dimînin

Cotkarên devera Eyndîwerê yê bi ser bajarê Dêrikê ve, ji beriya 3 salan ve nikarin serdana zeviyên xwe bikin, yan jî çandiniyê tê de bikin, ew jî ji ber çi cotkarê nêzîkî sînorê Tirkiyê dibe rastî guleyên artêşa Tirkiyê tên.

 

K24 – Eyndîwar

Cotkarên devera Eyndîwerê yê bi ser bajarê Dêrikê ve, ji beriya 3 salan ve nikarin serdana zeviyên xwe bikin, yan jî çandiniyê tê de bikin, ew jî ji ber çi cotkarê nêzîkî sînorê Tirkiyê dibe rastî guleyên artêşa Tirkiyê tên.

Li Rojavayê Kurdistanê werzê çandiniyê li tevahiya deveran dest pê kiriye, cotkar jî tovên ceh û genim di nava zeviyên xwe de belav dikin, lê Emer Ehmed ji beriya 3 salan ve bi avakirina hêviyên ku tenê serdana zeviyên xwe bike mijûl dibe.

Mîna sedên cotkarên ku zeviyên wan li ser sînorê Tirkiyê ne, Emer nikare zeviyên xwe bajo yan jî nêzîkî wê bibe û her sal bi sedên hezar Lîreyên Sûriyê ji dest wî diçin, nemaze ku devera Eyndîwerê di Sûriyê tevî de yek ji deverên herî dewlemend e bi çandiniya xwe.

Li ser dirêjahiya sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê de zeviyên çandiniyê bê çare mane û xwedanê van zeviyan jî rastî gule û gefên hêzên parastina sînorî yên Tirkiyê tên. Li devera Eyndîwerê tenê bêhtir ji 500 Hiktar anku 5000 Donim zeviyên herî zengîn bê çandinî mane, û ev yek deverê ji jêdereke aboriyê ya giring bêpar dihêle, tevî bang û dozên cotkaran jî, lê ta niha kêşeya wan bê çare maye.

Ji beriya nêzî 3 salan ve hikûmeta Tirkiyê çi çalakiyên nêzîkî sînor çê bibin bi tundî armanc dike, tevî ku bi dehên sala cotkaran zeviyên li ser sînor bê pirsgirêk diçandin.