Amerika 150 barhilgir çek radestî YPG kir

Amerîka 150 barhilgir çek û teqemenî rêdike Menbiçê û radestê YPGyê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka 150 barhilgir çek û teqemenî rêdike Menbiçê û radestê YPGyê dike.

Medyaya Tirkiyê eşkere dike ko Amerîka 150 barhilgir çek, teqemenî, tank û seyareyên zirxpoş ên leşkerî rêkiriye Menbiçê û radestê YPGyê kiriye. 150 barhilgir çek û teqemenî ji ser Iraqê ve hatiye vegûhestin û ji riya Qamişloyê gihiştiye Menbiçê.

Rêkirina çekan di demek wisa de çêdibe ko, nerazîbûnên Tirkiyê ya li dijî Amerîkayê roj bi roj tûndtir dibe û Tirkiye bi rijdî dixwaze Amerîka dawî li pêwedniyên xwe bi YPGyê re bîn e.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment