Lêkolînerê Amerîkî: Sûriyayeke federal çareseriya herî guncaw e
Di gel berdewamiya têkçûna awayên çareseriya siyasî di Sûriyê de kirîza Sûriyê ber bi pêşerojeke ne diyar ve diçe. Hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku çareseriya siyasî ji ber piştguhkirinên Rûsiya dê demeke dirêj bîne, hin şirovekar jî dibînin Sûriyeke federal çareseriya herî guncaw e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di gel berdewamiya têkçûna awayên çareseriya siyasî di Sûriyê de kirîza Sûriyê ber bi pêşerojeke ne diyar ve diçe. Hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku çareseriya siyasî ji ber piştguhkirinên Rûsiya dê demeke dirêj bîne, hin şirovekar jî dibînin Sûriyeke federal çareseriya herî guncaw e.
Piştî bidawîbûna dawî civîna Astana bêyî ku tu encaman bidest bixe nemaze derbarê avakirina komîta destûrî, rewşa çareseriya siyasî di Sûriyê de dikeve qonaxeke nû de, ku tu çareyên berçav li cem civaka navdewletî peyda nabin, pêşhatek hîşt rayedarên Amerîkayê fişarên nû bike da ku karê komîta destûrî biser keve.
Ji aliyekî din ve, hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku têkçûna hewildanên siyasî rewşa Sûriyê aloztir dike, ji ber ev yek çareseriya siyasî dûrtir dike, û dibînin ku Rûsiya û rêjîma Sûriyê li ser têkbirina çareseriyan di vê demê de rijd in.
Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Mihsin Tahir ji K24ê re got: “Ev gavên ji aliyê Rûsyayê ve hatine avêtin ji aliyê Amerîka û şanderê navdewletî De Mistura ve erênî hat dîtin, tê wateya ku ev hêdî hêdî cihê xwe di aliyê praktîkê de li Sûriyê digire, Bi gûmana min, emê bigihin wê asta ku Rûsya û heger Amerîka pê re erê bikin tevlî nakokiyên di navbera wan de dê lihevkirinek çê bibe û pirsgirêka Sûrî çareser bibe, lê dê demeke dirêj bidome.”
Têkçûna çareseriya siyasî di Sûriyê de bandorê li gelek pirsên din jî di hundirê Sûriyê de dike, nemaze pirsa Kurdî ku li gorî hin şopîneran ji mafê gelê Kurde statûyeke taybet bi wan hebe ku tê de çand û dîroka wan bê parastin, şopînerên navdewletî dibînin jî ku avakirina Sûriyeke federal dê çareseriya herî guncaw be him ji bo Kurdan û him jî ev yek dê Sûriyeke bi hêz ava bike.
Lêkolînerê Amerîkî David L Phillips ji K24ê re got: “Bawer nakim ku Kurd li Sûriyê dewleteke serbixwe bi navê Rojava dixwazin. Di baweriya min de, Kurd daxwaza mafên xwe yên çarenivîsî dikin, tê de xwe birêve bibin û kontrola karûbarên navxweyî di warên abûrî û kulturî bikin, divê ev yek jî di destûrê de bê çespandin, ku Sûriyê wek dewleteke yekgirtî bimîne, lê desthilatên wê werin dabeşkirin.”
Di her qonaxekê de ji krîza Sûriyê gelek awayên çareseriyê têne pêşkêş kirin, lê di her yekê ji van qonaxn de ti danpêdan ji hêla aliyên navkok di Sûriyê de nayê kirin. Li gorî hin çavdêran, têkçûna awayên siyasî derfetên destêwerdana leşkerî di Sûriyê de dê zêdetir bibin.