Osman Baydemîr û Leyla Bîrlîk hatin sizadan
Parlamenterên Berê yên HDPê Osman Baydemîr û Leyla Bîrlîk bi 1 sal û 6 meh sizaya zîndanîkirinê hatin sizadan.

K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamenterên Berê yên HDPê Osman Baydemîr û Leyla Bîrlîk bi 1 sal û 6 meh sizaya zîndanîkirinê hatin sizadan.
Dadgeha Şirnexê, bi tometa ku sala 2015 qedexeya derketinên derve yên li navend û navçeyên Şirnexê şermezar kirine, sizaya zîndanî da parlamenterên HDPê Osman Baydemîr û Leyla Bîrlîk.
Dadgehê jiber beşdariya meşa şermezarkirinê ya di sala 2015an de li Şirnexê Osman Baydemîr û Leyla Bîrlîk tawan bar dîtin û dosyeya parlamenterên HDPê Alîcan Onlu û Ayşe Acar Başaran jî cuda kir.