Politburoyên PDK û YNK dicivin

Mektebên siyasî yên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê li Hewlêrê dicivin. Li gor zanyariyên Kurdistan 24 di civîna sibe dê Partî û Yekîtî dê pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta...

K24 – Navenda Nûçeyan

Mektebên siyasî yên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê  li Hewlêrê dicivin.

Li gor zanyariyên Kurdistan 24 di civîna sibe dê Partî û Yekîtî dê pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta herêma Kurdistanê û rewşa Kerkûkê û karên hevbeş li Bexdayê gotûbêj bikin.

Ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê di heyama derbasbûyî de dest bi gotûbêjan digel hin aliyên siyasî yên Kurdistanê kiribû, biryar e jî, di vê dema bê de ji bo heman mebestê serdana hin aliyên din jî bike.

Di hilbijartinên Parlementoya herêma Kurdistanê de, Partiya Demokrat a Kurdistanê bi rêjeyek gelek bilindtir ji aliyên din 45 kursiyên parlementerî bidest xistibûn û kandîdê xwe ji Serokwezîriya herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, ku Mesrûr Barzanî ye.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment