Almanya, ewleyî û pêşkeftina Kurdistanê girîng dibîne
Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas destnîşankir ku, piştgiriya Almanya bo Kurdistanê dê berdewam be.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas destnîşankir ku, piştgiriya Almanya bo Kurdistanê dê berdewam be.
Li paytext Hewlêrê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas piştî civîna dualî, konferansek rojnamevanî ya hevbeş lidar xistin.
Di Konferansa Rojnamevanî de Serokwezîr Barzanî anî ziman ku, ligel Wezîrê derve yê Almanyayê rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê, hewlên pêkanîna hukimeta herêma Kurdistanê û herweha pirsa penaberên li Kurdistanê jî girtine dest.
Serokwezîr diyarkir: “Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye, çanda xûrt a pêkvejiyanê li Kurdistanê heye. Spasiyên xwe arasteyî Almanya bi egera vekirina deriyê xwe ji Kurdên Êzdî re dikin. Di rehabilitasyona a çareseriya pirsgîrekên derûnî de ji bo dîl ên ku ji destê DAIŞ rizgarbûn Almanya hewlek berçav nîşan da, spasiyên xwe arasteyî wan dikin. Heman demê ji piştgiriya Hêzên Pêşmerge re jî, spasiyên xwe pêşkeş dikin. Ji pêwendiyên me yên duhî û îroyîn ligel Almanya em dilgeş in”.
Serokwezîr Barzanî destnîşan da ku, Ji deverên cuda yên Suriye û Iraqê 1 milyon û 800 hezar penaber hatinûn Kurdistanê, niha ev hejmar 1 milyon û 400 hezar e. Jib o ku penaber bikaribin vegerin cîh û warên xwe, dive pirsgîrekên xizmetguzarî û ewlehiyê bên çareserkirin.
Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas ji aliyê xwe ve diyarkir ku, Kurdistan welatek ewle ji penaberên ji Suriye û Iraqê bû ye. Almanya di piştgiriya xwe ji Kurdistanê re dê berdewam be. Herweha dê piştgiriya proseya vegera penaberan bikin.
Maas anî ziman ku, ewleyiya Kurdistanê ji Almanya re girîng e.
C.B