YNK rexne li siyaseta PYD digre
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar di gotarekê de, hişyarî ji rewşa Rojavayê Kurdistanê dide û rexne li siyaseta Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê digre

K24 – Navenda Nûçeyan
Mela Bextiyar rexne li siyaseta PYDê digre.
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar di gotarekê de, hişyarî ji rewşa Rojavayê Kurdistanê dide û rexne li siyaseta Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê digre.
Mela Bextiyar rexne li siyaseta PYDê li rojavayê Kurdistanê digre, bi taybetî jî, ku niha Amerîka biryara vekişandina hêzên xwe da ye û dibêje, mixabin PYDê li ser siyaseta hakimiyeta xwe rijd e.
Mela Bextyar hişyariyê ji rewşê dide, bi taybetî eger Artêşa Azad a Sûriyê êrîş bike û Rûsya û Civata Asayişa Navdewletî wekî bi bandortirîn hêz li Sûriyê bê deng bimîn e, trajedî birê ve ye.
Gotara Mela Bextiyar piştî du rojan ji biryara vekişandina Amerîka ji Sûriyê tê, ku bû ye cihê dilgiraniyê li Rojavayê Kurdistanê.
C.B