Goran derbarê beşdariya di hikûmetê de biryarê dide

Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê beşdariya di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê beşdariya di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.

Li gor zanyariyên K24ê, biryar e îro Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê li bajarê Silêmaniyê bicive û mijara serke ya civînê, beşdariya di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Hefteya bûrî şanda danûstandkar a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê ligel Tevgera Goranê civiyabû, derbarê beşdariya di hikûmetê de jî, îro Goran dawî biryara xwe dide.

 

S. B