Aşûriyên Cizîrê: Amerîka vekişe, hevsengî li navçê namîne
Karvedanên tevgera siyasî yên pêkhateyên herêma rojhilatê çemê Feratê li ser gefên Tirkiyê heman nerîn in. Rêxistina Asûrî a Demokrat û Desteya Niştimanî ya Erebî li bajarê Qamişlo tekez dikin ku vekişîna hêzên Amerîkayê dê rê bide Tirkiyê ku bi hesanî derbasî deverê bibe, herweha dibînin ku pêwist e aliyên siyasî li tevaya herêmê yek helwestê bidin û li hember gefên Turkiyê bi sekinin.
K24 – Qamişlo
Karvedanên tevgera siyasî yên pêkhateyên herêma rojhilatê çemê Feratê li ser gefên Tirkiyê heman nerîn in. Rêxistina Asûrî a Demokrat û Desteya Niştimanî ya Erebî li bajarê Qamişlo tekez dikin ku vekişîna hêzên Amerîkayê dê rê bide Tirkiyê ku bi hesanî derbasî deverê bibe, herweha dibînin ku pêwist e aliyên siyasî li tevaya herêmê yek helwestê bidin û li hember gefên Turkiyê bisekinin.
Li herêmên Rojhilatî çemê Feratê û piştî biryara vekişîna hêzên Emerîkayê ji Sûriyê, tevgera siyasî gelek helwest û nerînên cuda nîşan dan. Berpirsên Rêxistina Asûrî ya Demokrat dibînin ku eger e vekişîna hêzên Amerîkayê bibe rêdanek ji Tirkiyê re ku bi hesanî derbasî devera rojhilatî çemê Feratê bibe, loma ew dibînin ku ji tevaya partî û rêxistinên siyasî tê xwestin helwesteke hevbeş lidijî gefên Turkiyê bidin.
Berpirsê Rêxistina Asûrî ya Demokrat li Sûriyê Gebriyêl Mûşê ji K24ê re got: “Hebûna Amerîka li deverê sedema hevsengiyê bû, ne tenê de warê leşkerî de belkû di warê siyasî de jî, lê piştî biryara vekişîna hêzên wê, hêzên herêmî dê û yên navdewletî valahiya Amerîka li herêmê bihêle, dagirin. Bêgûman Tirkiye û ku ber sedemên ceografî ku bi sînorekî dirêj bi Sûriyê ve girêdayî ye, yek ji welatên ku zêde destêwerdanê bike be.”
Ji aliyê xwe ve, Desteya Niştimanî ya Erebî dibîne ku vekişîna hêzên Amerîkayê dê bibe roniya kesk ji Tirkiyê re ku derbasî herêmê bibe. Berpirsên desteya navbûrî ji Hevpeymaniya Navdewletî û welatên xwedî biryar daxwaz dikin ku bi erkê xwe rabin û gefên Tirkiyê rawestînin. Herweha ji hikûmeta Sûriyê jî daxwaz dikin ku berevaniyê di ber xak û serweriya Sûriyê de bikin.
Serokê Desteya Niştimanî ya Erebî Mihemed Bineyan dibêje: “Vekişîna hêzên Amerîkî ji bo pêşerojê, dê di berjewendiya gelê Sûriyê de be, ku ti dagîrker û welatên biyanî namînin. Lê niha û di vê qonaxê de ku Serokomarê Tirkiyê gefê li herêmê dixwe, vekişîna hêzên Amerîka tê wê wateyê ku bi Erdogan re dibêje derbasî bakurê Sûriyê bibe, ev jî tersî hebûna Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî li deverê ye, ku dixwazin terorê jinav bibin.”
Derbarê gefên Tirkiyê li ser rojhilatî çemê Feratê, rîspî û êlên Ereba jî li parêzgeha Hesekê civiyan û wan jî nerîn û helwestên xwe diyar kirin û di encamê de daxuyaniyek belav kirin ku tê de ji siyasetmedar û fermandarên leşkerî yên Kurd daxwaz dikin ku nema baweriya xwe bi Amerîka û hevalbendên wê bînin û çareya guncaw ew e ku berê xwe bidine Şamê paytexta Sûriyê û di bin sîwana artêşa Sûriyê û serokê wê Beşar Esed de li dijî gefên Ardogan bisekinin.