Li 7 gundên navçeya Licê qedexe hat ragihandin

Li 7 gundên navçeya Licê ya Diyarbekirê ve derketina derve careke din hate qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 7 gundên navçeya Licê ya Diyarbekirê ve derketina derve careke din hate qedexekirin.

Di derbarê mijarê de Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand, di çarçoveya şerê li dijî gerîlayên PKKê de li 7 gundên Licê derketina derve heta fermanekî nû qedexe ye û divê welatî pabendî hişyariyê bin.

Li gor zanyariyan, piştî qedexekirina derketina derve Arteşa Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê operasyon da destpêkirin.

Berî 2 rojan dîsa bi heman hincetê li heman gundan derketina derve hatibû qedexekirin û li dijî PKKê opeasyon bi rê ve çûbû.