Di rewşeke aloz de Xiristiyanên Qamişlo cejnên xwe pîroz dikin

Bi boneya Cejna Rabûnê û Cejna Zayîna hezretê Îsayê Pêxember, hejmarek ji Xiristiyanên bajarê Qamişlo li kenîseya Ezra ya Xiristiyanên Arsozoks (Orthodox) ev roj pîroz kirin. Kesên beşdar tekez kirin ku ew li dijî gefên Tirkiyê ne ku dixwazin derbasî Sûriyê bibe. Herwiha kahinê kenîseyê jî diyar kir ku pêwist e hemû hêzên biyanî ji ser xaka Sûriyê vekişin.

K24 – Qamişlo

Di gel rewşeke aloz ku Sûriya tê re derbas dibe û li gel metirsiyên gefên Tirkiyê bi derbasbûna herêmên Rojhilatî çemê Feratê re, Xiristiyanên devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê cejna zayîna hezretê Îsayê Pêxember pîroz dikin. Li kenîseya Ezra ya Xiristyanên Arsozoks li bajarê Qamişlo, merasîmên cejnê bi nimêj û xwendina hin parçeyên Incîla pîroz despê kir. Kahinê kenîseyê derbarê rewşa ku Sûriyê tê re derbas dibe diyar kir ku ew gefên Tirkiyê şermezar dikin û got jî, pêwist e hemû hêzên biyanî ji ser xaka Sûriyê vekişin.

Kahinê Kenîseya Ezra Li Qamişlo Selîba Ebdela ji K24ê re got: “Ez ji tevahiya gelê Sûriyê re dibêjim û bi taybetî xelkê Cizîra me ya xweşewîst re, ku tevî nav û olên me cuda ne, lê çarenivîseke hevbeş me digihîne hev û zarokên me dê pêşerojeke hevbeş bijîn. Em dixwazin vê pêşerojê bi vîna xwe ava bikin, ne bi vîna ti kesî din. Bav û kalên me bi hezkirinê jiyana xwe derbas kirin, em jî dikarin heman jiyanê bi hezkirinê derbas bikin.”

Xiristyanên ku beşdarî nimêja cejnê bûne tekez kirin, tevlî rewşa nexweş ya li deverê, ew rijd in cejna zayîna hezretê Mesîh pîroz bikin û gotin eger em pêşerojeke xweş ji zarokên xwe re dabîn bikin, pêwist e em nameya Îsayê Pêxember a ji bo aştî û heskirinê belav bikin.

Taxa Wista ya ku piraniya nişteciyên wê ji pêkhatên Xiristiyanan ne di salên bûrî de rastî gelek bûyerên teqîner hatibû, loma berpirsên kenîseyê hişyarî dan ku merasîmên cejnê tenê di hundirên malan de bêne vejînkirin û di vê derbarê de pêşbîn e kahinê kenîseyê li tevaya malên Xiristyanan bigere û cejna wan pîroz bike.