Xiristiyanên Efrîn û Kobanê metirsîdar in careke din koçber bibin

Cara yekemîn e Xeristiyanên Kurd li Kobanê roja rojbûna Îsayê Pêxember di kenîsa xwe de pîroz dikin, tevî metirsî û gefên şer, ew bangê li cîhanê dikin ku aramiyê û aştiyê peyda bikin.

 

K24 – Kobanê

Cara yekemîn e Xeristiyanên Kurd li Kobanê roja rojbûna Îsayê Pêxember di kenîsa xwe de pîroz dikin, tevî metirsî û gefên şer, ew bangê li cîhanê dikin ku aramiyê û aştiyê peyda bikin.

Piştî ku ji Efrînê ligel malbat û Xirstiyanan hate koçberkirin, Zanî bi Xirstiyanên Kobanê re roja rojbûna Îsayê Pêxember pîroz dike. Zanî dibêje ku ew tevî ku nihe di aramiyê de dijî, lê ew metirsîdare ku Tirkiyê û grûpên çekdar erîşî Kobanê bikin û ew rastî eşkenceyan werin û careke din jî koçber bibin.

Keşeyê Keniseya Biratî li Kobanê Zanî Bekir ji K24ê re got: “Em niha li Kobanê ne, lê li vir jî gef hene. Em bitirs in, ji ber ku kenîseya me li Efrînê hat wêrankirin. Em hatin vir û me bi Rêeberiya Xweser kenîse ava kir, lê li vir jî gef hene û dibe ku em ji vir jî koçber bibin. Gelek bawermend li vir hene ew hemû jî di metirsiyê de ne, ji ber ku nizanin dê çi çê bibe.”

Cara yekemîn e li Kobanê bi dehan Xirstyaniyên kurd di kenîseyeke biçûk de roja rojbûna Îsayê Mesîh pîroz dikin û stran û duayan bi zmanê Kurdî dibêjin. Heriwha endamên kenîsê şanoyek li ser rojbûna Mesîh pêşkêş kirin û diyarî ji bo zarokên beşdar belav kirin.

Xirstiyanên Kurd li Kobanê ya ku destek ji aliyê rêxistina AVC enternational ji bo wan tê dayîn, di destpêke mihe Îlonê de kenîseyek bi navê kenîsa “Biratî” ava kirin û hêvî dikin ku aramî û aştî li deverê çê bibe û jiyana xwe bi asayî berdewam bikin.

 

Fly Erbil Advertisment