Li Viyana êrîşî dêrekê hate kirin

Dêreke Rûsî li paytexta Nemsa (Austria) Viyanayê bû armanca êrîşek çekdar

K24 – Navenda Nûçeyan

Dêreke Rûsî li paytexta Nemsa (Austria) Viyanayê bû armanca êrîşek çekdar.

Ligor agahdariyên destpêkî 2 kesan li herêma 21 a Viyana êrîşî Dêr a Rûsî kirin û 15 kes brîndar kirin. Hêzên Ewleyiyê piştî bûyerê dora Dêrê peçan e û lêkolîna dikin, ku egerên vê êrîşê çi ne.

Polisê Nemsa ragihand ku, êrîşkar reviyan e û Polis hewl dide wan bigre. Ligor agahdariya Polîs herweha 5 Keşe destên wan hatibûne girêdan. Êrîşkaran dest daniye ser pere, zer û tiştên din ên biha yên xelkê di Dêrê de. Lê Polîs diyar dike ku, guman heye êrîş terorî be.

Ji aliyê xwe ve Balyozxaneya Rûsya li Viyana daxûyaniyek derxistiye û diyar kiriye ku, êrîş dikare bi egera diziyê be û daxwaza selametiyê bo brîndaran kiriye.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment