Komkûjiya Roboskî: 7 sal in kujer “nediyar in!”
Partiyên siyasî û saziyên sivîl di 7. Salvegera komkujiya gundiyên Robozkiyê de, çalakiyan lidardixin û daxuyaniyan belav kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiyên siyasî û saziyên sivîl di 7. Salvegera komkujiya gundiyên Robozkiyê de, çalakiyan lidardixin û daxuyaniyan belav kirin. Di daxuyaniyan de hat ragihandin ku berpirsên komkujiyê tên parastin û biryara Dadgeha Mafê Mirovan jî ciyê şermezariyê ye.
Partiya Demokratîk a Gelan HDPê, li avahiya xwe ya Wanê daxuyaniyek lidarxist. Parlamentera HDPê Bedîa Ozgokçe daxuyand ku gundiyên Robozkiyê ji aliyê balafirên şer yên dewleta Turk ve hatine kuştin, lê hikumet û dewlet kujerên buyerê diparêzin û diyarî dikin, ev sedeme ku rûdan û kuştinên wiha berdewam bikin. Ozgokçe hemû biryarên ku hatine dayîn şermezar kir û da zanîn ku heta berpirs hesav bidin dê têkoşîna xwe bidomînin.
Baroya Wanê jî hem biryarên dadgehên li Turkiyeyê ku li ser doza Robozkiyê dane, hem jî biryara Dadgeha Bilind ya Ewrûpayê ku gotiye hiqûqa nav Turkiyeyê nehatiye temamkirin û dozê qebûl nekiriye şermezar kir. Berpirsê Komisyona Mafên Mirovan Yê Baroya Wanê Dogan Îlhan diyar kir ku biryar û rêveçûnên di doza Robozkiyê de, hiqûq û mafên bingehîn yên jiyanê hatine binpêkirin, lê doz bêy ku tu kesî wek bersûc aşkere û diyar bike hatiye girtin.
Îlhan da zanîn ku ew dê ji bo ku doz careke din Bê vekirin û edlalet pêkwere, hewldanên xwe bidomîn in.
C.B