Gulîstan Koçyîgît: Me nekarî doza Roboskiyê bikin dozeke navneteweyî

Hevseroka HDKê Gulîstan Koçyîgît jî bi sedema ku doza Roboskiyê nekarî bibe dozeke navneteweyî rexne girtin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Di 7emîn salvegera "Komkujiya Roboskiyê" de HDPê li Stenbolê bi daxuyaniyeke çapemeniyê banga edaletê kir. Hevseroka HDKê Gulîstan Koçyîgît jî bi sedema ku doza Roboskiyê nekarî bibe dozeke navneteweyî rexne girtin û got, ev kêmasî ji me qewimiye, me nekarî ji aliyê hiqûqî ve vê dozê baş û di wextê wê de bişopînin.

7 sal berê gundiyên Roboskiyê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin. Di encama vê bomberanê 19 jê zarok 34 kesan canê xwe ji dest dabû. Bi boneya 7emîn salvegera bîranîna "Komkujiya Robokiyê" wek li hemû bajaran li Stenbolê jî ji aliye HDPê ve daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin. Di daxuyaniyê de hate gotin; Heta niha Tirkiyê li dijî Kurdan gelek komkujî pêk anîne. Komkujiya Roboskiyê jî yek ji wan e ku bi destê Tirkiyê hatiye kirin.

Rêvebera Şaxa HDPê ya Stenbolê Aysun Çeper di konferansê de got: "Ji aliyê balafirên Artêşa Tirkiyê ve 34 Kurd hatin qetilkirin bi rêya bombeyên qazanê. Eger ev bûyer li welatekî din biqewmiya wê hikûmetan îstifa bikira. Lê li Tirkiyê yek kesî jî îstîfa nekir. Berewajî vê yeke ew kesên ku ji vê komkujiyê berpirsyarin hatin xelatkirin. Lê em ê heta edalet were cih û kesên berpirsiyar bêne sizadan têkoşîna xwe berdewam bikin."

Digel ku di "Komkujiya Roboskiyê" de hertişt li ber çav e jî, ev doz di qada dinyayê de nekarî bibibe dozeke navneteweyî, gelo çima û sedemên wê çine? Di vê derbarê Hevseroka HDKê û Parlamentera HDPê Gulîstan Koçyîgît, rexneyan li xwe digire û dibêje; ev kêmasî ji me qewimiye, me nekarî ji aliyê hiqûqî ve vê dozê baş bişopînin digel ku dilê me li ser gelekî diêşe jî.

Hevseroka HDKê û Parlamentera HDPê Gulîstan Koçyîgît  ji K24ê re got: "Digel ku li ser vê komkujiyê ewqas dilê me dişewite jî me nekariye destê xwe zû bigirin û vê dozê bikin dozeke navneteweyî. Em di vê mijarê de xwe rexne dikin, ev kêmasî ya me ye. Lê Ewrûpa jî di vê komkûjiyê de wek Tirkiyê tevgeriya. Beriya ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê vê dozê ret bike, dikaribû bibêje 'di vir de sucekî li dijî mirovahiyê heye, digel serîlêdana kêm jî em ê vê dozê bixin rojeva xwe.' Lê wan çi kir di şuna ku li cem Kurdan cih bigirin li rexê Tirkiyê cih girtin û ser vê dozê asêkirin. Em vê helwestê careke din şermezar dikin."

Di van rojên ku çalakiyên bîranîna 7emîn ya "Komkujiya Roboskiyê" li dar dikevin de piştî 7 salan yekemcar Wezîrê Dadê Abdûlhamît Gul, li ser pirsiyarnameya parlamentera HDPê ya Şirnexê Nuran İmir, derbarê "Komkujiya Roboskiyê" de diyar kir "Ev bûyer ji bo reşkirina Tirkiyê bi destê rêxistina Fethûllah Gûlen hatiye kirin." Piştî vê daxuyaniyê, niha jî HDP ji wezîr pirsiyar dike, "Naxwe fermana vê komkujiyê ke da û çima kesên berpirsiyar nayên darizandin?"

 

Fly Erbil Advertisment