PKK li Îdirê êrîşî baregehek leşkerî kir
Piştî êrişên Şirnex û Cizîrê, gerîlayên PKKê li Îdirê jî êrişî baregeheke leşkerî kirin

K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî êrişên Şirnex û Cizîrê, gerîlayên PKKê li Îdirê jî êrişî baregeheke leşkerî kirin.
Li çavkaniyên medya Tirkiyê, gerîlayên PKKê li bajarê Îdirê ser sînorê Îranê bi mûşekan, êrişî baregeheke serbazî ya Tirkiyê kirin.
Li gor agahiyên destpêkê di êrişê de serbazekî birîndar bûye.
Danê sibê jî, gerîlayên PKKê bi balefirên bêpîlot li Cizîr û Şirnexê hember baregehên serbazî êriş encam dabûn. Medya Tirkiyê dabû xuyakirin, di êrişan de kuştî û birîndarên wan nîn e.
C.B