Nûrî Mahmud: YPG neftê nafiroşe

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel Nûrî Mahmud di twitter a xwe de îro ragihand: “Em wekî YPG saziyeke parastinê ne, tû karê me bi neft (petrolê) re nîn e...”

K24 – Navenda Nûçeyan

Dengoyên firotina nefta rojavayê Kurdistanê bo Îranê, bi taybetî piştî ku Serokê Amerikayê di daxûyaniyekê de anî ziman: Me ji Kurdan xwest, ew kêm petrol di dest de heyî ne firoşin Îranê û ev yek ne bi dilê me ye, cihê gengeşeyên berfereh di raya giştî de ye.

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel Nûrî Mahmud di twitter a xwe de îro ragihand:

“Em wekî YPG saziyeke parastinê ne, tû karê me bi neft (petrolê) re nîn e. Neft karê saziyên aboriyê yên bakûr û Rojhilatê Sûriyê' ye. Jiber wê nûçeyên ku dibêjin YPG neftê difroşe herêma Başûrê Kurdîstanê dûrî rastiyê ne û tû eleqeya wê bi YPG'ê re tune ye”.

Herweha duhî berpirsê TEV DEMê Rêdûr Xelîl di hevpeyvînekê de diyar kiribû ku, dengoyên firotina neftê ji aliyê wan ve bo Îrane ne rast in.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment