Nûrî Birîmo: Heger PYD Pêşmerge û hevbeşiyê red dike, dê çi qebûl bike
Serokê Nûneratiya ENKSê li herêma Kurdistanê Nûrî Birîmo beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser destpêşxeriya KNKê ragihand, tevî ku hevalên me dihatin kuştin û revandin, ji bo rêkxistina navmala Kurdî her dem ENKSê destpêşxerî kirine wek rêkeftinên Hewlêr 1, Hewlêr 2 û Dihokê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Nûneratiya ENKSê li herêma Kurdistanê Nûrî Birîmo beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser destpêşxeriya KNKê ragihand, tevî ku hevalên me dihatin kuştin û revandin, ji bo rêkxistina navmala Kurdî her dem ENKSê destpêşxerî kirine wek rêkeftinên Hewlêr 1, Hewlêr 2 û Dihokê.
Herwiha got: 7 sal in PYD bi awayekî dîktatorî herêmên Kurdî birêve dibe. Nakokî ne tenê girtina nivîsgehan û girtina endamên partiyên ENKSê ne, li Efrîn û Kobanê siyasetkirin qedexe bû, PYDê bawerî nehîştiye û kesin di nava wê de hene bi zimanê xiyanetiyê diaxivin.
Li ser destpêşxeriya KNKê Nûrî Brîmo got: Berî destpêşxeriya KNK û PYDê, destpêşxeriya ENKSê ya derbaskirina Pêşmergeyên Rojava hebû, PYDê ew destpêşxerî têk bir û got heger Pêşmerge werin, emê wan efû bikin û bila tek bi tek werin û cilên me lixwe bikin û silogan û durişmên me hilgirin. Heger PYD Pêşmerge û hevbeşiyê red dike, dê çi qebûl bike. Nakokiya me û PYDê ew e, ku projeya me netewî û Kurdî ye, lê ew dibêje ew Sûrî ne.
Herwiha got: Ew destpêşxerî bi serperiştiya Amerîka bû û Amerîka Pêşmergeyên Roj bi xwe birin bajarokê Rimêlanê û bi PYDê re civiyan, lê PYDê destpêşxeriya ENKS û Amerîka û ya Herêma Kurdistanê red kir.
Li ser serxistina destpêşxeriyeke nêzîkbûnê, Nûrî Birîmo got: Serkirdeyên rêza yekem ji ENKS û PYD dikarin bi hev re rûnin û xalên rêkeftina Dihokê wek derbasbûna Pêşmergeyên Rojava û ligel YPGê desteyeke leşkerî ava bikin û herwiha desteyeke siyasî û desteyeke îdarî jî bo Rojavayê Kurdistanê ava bikin.
Herwiha got: Berî du salan Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî em û PYD/TEV-DEM li Herêma Kuridstanê em ser maseyekê civandin û me bixwe lihev kir û cenabê wî jî ew yek gihande Amerîkiyan, lê PYDê di piştre pabendî wê lihevkirinê nebû, niha KNK û ev kesên serbixwe dê çawa bikarin PYD pabendî tiştekî bikin.
S. B